Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Senatoran di Împîçkirina Trump de Bangî Şahidan Dike


Dîmeneke ji darizandina Serokê berê yê Amerîka Donald Trump ya li Civata Senatoran ya Kongresa Amerîka, 13 Sibat, 2021.
Dîmeneke ji darizandina Serokê berê yê Amerîka Donald Trump ya li Civata Senatoran ya Kongresa Amerîka, 13 Sibat, 2021.

Darizandina Serokê berê yê Amerîka Donald Trump di roja çaran de li Civata Senatoran ya Kongresa Amerîka îro Şemîyê berdewam dike.

Civata Senatoran serê sibeha îro Şemîyê bi dengdaneke biryar da ku jibo darizandina

serokê berê Donald Trump bangî şahidan bike.

Pênc senatorên Komarî digel tevahîya 50 senatorên Demokrat deng dan da ku şahidan guhdar bikin.

Biryara dengdanê wek gaveke awarte tê nirxandin, jiber ku dihat pêşbînî kirin ku îro gotarên her dawî yên her du alîyan werin pêşkeş kirin.

Piştre jî di demjimerên dereng yên îro de, dengdanek bi armanca pûçkirina yan sucdarkirina tawanbarîya Trump, dihat çaverê kirin.

Gava gazîkirina şahidan tê vê wateyê ku rûniştinên darizandina Trump ewê herî kêm di hefteya pêş de jî bidome.

Serokê Rêvebirên Împîçkirinê yê Deomokrat û endamê Civata Nûneran Jamie Raskin ragihand ku ew dixwaze ku wek şahid bangî endama Civata Nûneran ya Komarî ya ji eyaleta Washington Jaime Herrera Beutlerwek bike.

Beutler şeva Înêyê bi daxuyaniyeke ragihandibû ku Serokê Komarîyên li Civata Nûneran Kevin McCarthy jê re gotîye ku Trump di axaftina ser telefonê ya di navbera her du yan de di derbarê qelebalîya êrîşa Kongresa Amerîka dikir de kêfxweşî û heyranîya xwe anîye ziman.

Li gor ragihandina Beutler, ev axaftina navbera Trump û McCarthy di dema êrîşa kujer ya dijî Kongresa Amerîka ya 6'ê Rêbendanê de pêk hatîye.

Kevin McCarthy 6'ê Rêbendanê de, bang li Trump kiribû ku jibo rawestandina bûyeran destwerdanê bike û bangê êrîşkaran bike.

Gelek rêxistinên ragihandinê yên Amerîkî sibeha îro de dîyar kirin ku Serokê Komarîyên Civata Senatoran Mitch McConnell ji hevkarên xwe yên Komarî re gotî ye ku ewê jibo pûçkirina tawanbarîya Trump deng bide.




XS
SM
MD
LG