Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgehkirina Trump ya di Çarçoveya Împîçkirinê de Destpê Kir


Dadgehkirina serokê berê yê Donald Trump ya di çarçoveya împîçkirinê de îro Sêşemê li Civata Senatoran ya Amerîka destpê kir.

Civata Nûneran Trump bi azirandina êrîşa dijî avahîya Kongresa Amerîka ya ji alîyê alîgirên wî ya di 6'ê Rêbendanê de tawanbar kirinû û ew împîç kiribû.

Rêvebirê serekî yê împîçkirinê got ku nîqaşên ser makezogonîbûna împîçkirina Trimp bê bingeh e jiber ku tawan dema ew serok bû hate kirin.

Neh rêvebirên împîçkirinê yên Demokratên Civata Nûnerên Kongresa Amerîka wê dozê bimeşînin.

Rêvebirên împîçkirinê di destpêka vê mehê de ragihanibû ku Civata Nûneran serok Trump împîç kir jiber ku wî bi dilxwazî li dijî hikûmetê serîrakirineke tund li dar xist.

Jibo cezakirina Trump piranîya du ji sêyan ya li Civata Civata Senatoran hewce dike. Niha, Civata Senatoran di navbera 50 Komarî û 50 Demokratan de dabeşkirî ye.

Jiber ku hejmara kursîyên her du partîyan jî li Civata Civata Senatoran wekhev e, bo cezakirina Trump divê 17 Civata Senatorên Komarî dengên erênî bidin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Trump tekane serok e ku ji hêla Civata Nûneran ve du caran hat împîç kirin.

XS
SM
MD
LG