Serokê Amerîka Donald Trump îro hişyarî da Îranê ku hember Welatên Yekbûyî gaveke şaş nevêje, di vê demê de ku keştîyeke firokhilgir û pirtir jetên şerker ji Rojhilata Navîn re hatine şandin.
“Em rewişa li herêmê ji nêz ve dişopînin, lê ger Îran hin tiştan biceribîne, wê bibe çewtîyeke pir mezin,” Trump li Qesira Sipî got.
Şîroveyên Trump piştî daxuyanîya Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî hat ku ragihandibû ku 4 gemîyên wê yên bazirganî li nêzî Fucayrah ya dervayê tengava Hurmuzê rastî êrîşan hatibûn.