Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Careke Din Hişyarî Da Îranê


Serokê Amerîka Donald Trump careke din Îran hişyar kir ku ger êrîşî berjewendîyên Amerîkî li Rojhilata Navîn bike, Welatên Yekbûyî de bersîvdaneke pir tund bide Tehranê.

Trump êvara Duşemê li Qesira Sipî ji nûçegîhanan re got ku ger Îran kiryareke dijî wan bike, wê bibe xeletîyeke pir mezin.

“Bi nêrîna min, Îran dê şaşitîyeke pir mezin bike, ger ew dijî me gavekê bavêjê. Ger tiştekî hanikî bikin, ewê bersîvdaneke pir xurt bibînin, lê heta niha ti nîşaneyên wî rengî tuneye.”

Hişyarîya Trump di vê demê de tê ku rêvebirîya Amerîka bi xurtî guman dike ku mîlîşayên Şîa yên bi piştgirîya Îranê, roja Yekşemê êrîşeke roketî birin ser Herêma Kesk ya Bexda ya paytexta Îraqê.

Trump roja Yekşemê ji hişyarî dabû Tehranê ku ger bi Washingtonê re şerekî bike, ewê bi her awayî dawîya Îranê bîne.

Trump ji televîzyona Fox Newsê re jî gotibû ku ewê nehêlin Îran xwedîyê çekên navokî be.

XS
SM
MD
LG