Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Dibêje ku Îranê bi Gerkirina Firoka Amerîkî Çewtîyeke Pir Mezin Kiriye


MQ-4C Triton
MQ-4C Triton

Serokê Amerîka Donald Trump îro Pêncşemê ji hesaba xwe ya Twitterê got ku Îranê bi gerkirina firoka Amerîkî ya bêmirov çewtîyeke pir mezin kir.

Fermandarîya Navendî ya Leşkerîya Amerîkî (CENTCOM) jî bi daxuyanîyeke nivîskî piştrast kir ku droneke Hêzên Deryayî ya Amerîka bi roketeke Îranî hate ger kirn.

CENTCOMê ragihand ku êrîşa Îranê kiryareke bêsedem bû û red kir ku firoka bêmirova ya Amerîkî di dema êrîşê de li hindurê axa Îranê bû.

Îranê demeke xûtir ya îro ragihandibû ku wê firokeke bêmirov ya Amerîkî xistiye xwarê ku ketibû nav qada esmanî ya Îranê.

Firoka Amerîkî ku hatiye xistin, cûreya MQ-4C Triton e dikane pirtir ji 24 demjimêran li esmanê bimîne.

Di rojên dawî de girjîya di navbera Tehran û Washingtonê jinûvê gur bûye û herî dawî Washingtonê, Tehran jiber êrîşeke li Kendava Umanê tawanbar kiribû û dû re biryara şandina 1000 leşkerên din ji Rojhilata Navîn re dabû.

XS
SM
MD
LG