Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Dibêje Ew di Alozîya ligel Îranê de Qala Şandina Leşkeran Nake


Serokê Amerîka Donald Trump îro Çarşemê got ku dema wî qala bersîvdaneke leşkerî ya dijî Îranê dikir, mebesta wî ne şandina leşkeran ji herêmê re ye.

Wek bersîva pirseke televîzyona Fox, Serok Trump got ku ger pevçûnek bi Îranê re derkeve, ew yek dê demeke dirêj nekşîne.

“Ez hêvî dikim ku em mecbur nebin bersîveke leşkerî bidin Îranê, lê ger pêdivî be, em di rewişeke gelek xurt de ne. Ez behsa şandina hêzên leşkerî ji herêmê re nakim, lê ger tiştek çêbe jî, wê dirêj nekşîne.”

Şîroveyên Trump çend roj piştî gerkirina drona Amerîkî ya ji alîyê Îranê tê ku wî di kelîya dawî de êrîşên esmanî yên dijî wî welatî sekinandibûn.

XS
SM
MD
LG