Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Dibêje Ew Şerekî bi Îranê re Naxwaze


Serokê Amerîka Donald Trump got ku ew şerekî bi Îranê re naxwaze û pêşbînîya tiştekî wiha jî nake, piştî ku wî roja Sêşemê jiber êrîşên ser balyozxaneya Amerîkî li Bexda Îran tehdît kiribû.

Wek bersîva îhtîmala şerekî bi Îranê, Trump li Florîda ji nûçegîhanan re got ku ew ûer naxwaze.

“Şerekî dixwazim? No. Ez aştîyê dixwazim. Kêfa min bi aştîyê tê. Û divê Îran ji herkes pirtir aştîyê bixwaze. Ez nabînim ku şerek derkeve.”

Serok Trump do Îran sûcdar kiribû ku êrîşên ser balyozxaneya Amerîkî ya li Bexdayê bi rêve dibe û hişyarî dabû Tehranê ku ewê bi tevahî hesabê kiryar û êrîşên dijî Amerîkîyan bide.

Wî herwiha bang li Îraqîyan kiribû ku dengê xwe li hember Îranê bilind bikin.

Di êrîşên esmanî yên Amerîkî yên dijî hêza Ketayîb Hîzbulah de herî kêm 25 kes li Îraqê û Sûrîyê hatibûn kuştin û 55 kesên din jî birîndar bûbûn, piştî ku karmendekî Amerîkî di êrîşeke roketî de li bingeheke leşkerî ya Îraqê hatibû kuştin.

XS
SM
MD
LG