Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump Dibêje Ewê Nehêlin Îran Bibe Xwedîyê Çekêdan Navokî


Serokê Amerîka Donald Trump îro Duşemê got ku ewê nehêlin Îran bide xwedîyê çekên navokî.

“Îran dê ti car nebe xwedîyê çekên navokî!” Serok Trump ji ser Twitterê got.

Wî rexne li endamên Demokrat yên Kongresê kir ku di vê dema girîng de xwe bi mijara împîçmintê mijûl dikin.

“Divê Kongres & Serok dem û enerjîya xwe bi domandina peyvajoya partisan ya împîçmintê neherimînin, di vê demê de ku gelek mijarên girîng hene…”

Îranê roja Yekşemê ragihandibû ku ewê ji peymana navokî ya 2015’an vekişîne û nema bi merca sînorkirina dewlemendkirina uranyume ya wê peymanê pêbend be.

XS
SM
MD
LG