Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Nûneran Trump jiber Du Xalan Tawanbar Kir, Niha Bala Bîragiştî Ser Civata Senatoran E


Civata Nûneran ya Amerîka îro bi dengdanê biryar da ku Serok Donald Trump împîç bike anku wî bi fermî tawanbar bike.

Civata Nûneran ev biryar da, bi sedema ku Trump hêz û desthilata posta seroktîya Amerîka, jibo armancên nerewa û bona destxistina berjewendîyên şexsî bi kar anî û karê Kongresê asteng kir.

Di dengdana xala yekê de anku di xala bi xirabî karanîna desthilata posta seroktîyê de 229 Demokrat û 1 endamê Serbixwe dengê erê da û 195 Komarî û 2 Demokrat jî dengê na da û 1 endamê Civata Nûneran jî dengê “amade” bi kar anî.

Di dengdana xala duyê de, ku derheqa astengkirina Kongresê de bû, 227 Demokrat û 1 endamê Serbixwe dengê erê da û 180 Komarî û 3 Demokrat jî dengê na da û 1 endamê Civata Nûneran jî dengê “amade” bi kar anî.

Bi vî awayî, Civata Nûneran Serok Trump ji her du xalên ku dijî wî hatine pêşkêş kirin, bi fermî hate împîç kirin anku tawanbar kirin.

Hêjayî balkişandinê ye ku heta niha tenê du serokên Amerîkî: Andrew Johnson û Bill Clinton hatibûn împîç kirin, lê Civata Senatoran jibo her duyan jî biryar dabû ku ew ji kar neyên dûrxistin.

Serok Trump dibe serokê sêyê ku ji alîyê Civata Nûneran ya Amerîkî ve tê împîç kirin.

Divê Civata Senatoran biryar bide ku Trump ji kar were dûrxistin yan ne, lê jiber ku endamên partîya Trump piranîya beşa jorîn ya Kongresê kontrol dikin, ne çaverê ye ku ew biryareke dijî Trump bide.

XS
SM
MD
LG