Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Nûneran Careke Din Împîçkirina Serok Trump Gotûbêj Dike


Civata Nûneran ya Kongresa Amerîka (Arşîv)
Civata Nûneran ya Kongresa Amerîka (Arşîv)

Civata Nûneran ya Amerîka îro Çarşemê di rûniştineke taybet de împîçkirina Serok Trump gotûbêj dike.

Trump, qaşo jibo rola wî ya di erîşa dijî Kongresê de, ku Amerîka matmayî hişt û di encamê de 5 kes hatin kuştin, tê tawanbar kirin.

Dengdana li Civata Nûneran wê bo peyvajoyek darizandineke ya li Civata Senatoran ya ku piranî di destê Komarîya de ye, bibe bingeh.

Lê, ne zelal e ku gelo dê darizandinek wiha di wextê de were kirin ku Trump ji seroktîyê were girtin û herwiha ji Qesra Sipî were dûr xistin.

Piştî ku Cîgirê Serok Mike Pence daxwaza dûrxistina Trump ya ji seroktîyê bi karanîna qanûna 25'an ya Bingehîn ya Amerîka red kiribû, Demokratan ev gava dengdanê avêtin.

Dema ku li Civata Nûneran jibo dengdana împîçkirinê ya îro nîqaş destpê kir, nîşan hebûn ku bandoraa Trump ya ser Partîya Komarî kêm dibe.

Heta nuha herî kêm 5 Komarîyên Civatê, tevî Liz Cheney ya endama rebertîya partîyê, dîyar kir ku ewê dengê xwe bo împîçkirina Trump bidin.

Heke hin qanûndanerên Komarî jibo dûrxistina Trump ya ji seroktîyê deng bidin, wê rewşeke derkeve holê ku heta niha ti serok rûbirû nebûne.

Liz Cheney, ku keça Cîgirê Serokê berê Dick Cheney ye, helwesta xwe ya derbarê împîçkirinê bi daxuyanîyeke nivîkî ragihand.

"Heta nuha qet ji hêla serokekî Amerîkî ve xiyaneteke wiha mezin ya dijî ofîsa serok û sonda wî ya bo Qanûna Bingehîn çênebûye," Cheney got.

Komarîyên Civata Nûneran, ku dijî împîçkirina Trump in, dibêjin ku Demokrat mijarê pir mezin dikin jiber ku seroktîya wî jixwe ber qedandiye.

Ger Trump ji alîyê Civata Nûneran ve were împîç kirin, ewê li Senatoyê were darizandin da ku sûcê wî were dîyar kirin.

Di Civata Senatoran de pêdivî ye du ji sêyaa hemî senatoran deng bidin ku a ku Trump were tawanbar kirin.

Lê, di Civata Senatoran ya 100 endamî de, jibo tawankirina Trump dengên herî kêm 17 senatorên Komarî pêdivî ye.

Hevdem, Demokrat dikarin bi armanca ku Trump nikaribe careke din berbijarîya xwe ya bo seroktîyê ragihîne darizandineke împîçkirinê bi kar bînin.

Li şûna dengdana piranîya du ya ji sêyan, piranîyeke hêsan ya Senatoyê têr dike ku berbijarîya Trump ya bo seroktîyê ya di sibêrojê de asteng bike.



XS
SM
MD
LG