Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump Hember Êrîşekê Gefên Tund li Îranê Dike


Serokê Amerîka Donald Trump şeva Duşemê ji ser Twitterê ragihand ku ger Îran êrîşekê bike, ewê hezar car tundtir bersîva wê êrîşê bidin.

“Li gor hîn raportan, dibe ku Îran wek bersîvdana kuştina rêberê terorîst Qasim Silêmanî, ku jibo pêşîgirtina planên wî yên kuştina hêzên Amerîkî û êş û azarên ku wî di salên borî de çêkiribûn hatibû kirin, plankarîya kuştin û êrîşên din yên dijî Welatên Yekbûyî yên Amerîka dike.”

Serok Trump hişyarî da Îranê ku bersîvdana hemî awayên êrîşên wê dewletê yên djî Amerîka dê hezaran caran bi hêztir be.

Hêjayî balkişandinê ye ku alozîya navbera Amerîka û Îranê di asta herî bilind de ye. Serok Trump bi meha borî li Qesira Sipî gotibû ku ewê nehêlin ku Îran bernameya xwe ya navokî bidomîne û tim mafê wan heye ku bi rêya toleyên pêşî li Îranê bigire ku çekên navokî çêneke.

Trumo herwiha dîyar kiribû ku Îran di serî de ji El-Qayde re, ji gelek rêxistinên terorî alîkarîya diravî dike û bi vekişîna wan ya ji peymana navokî, bi mîlyon dolar ji ser Îranê hatine qut kirin.

XS
SM
MD
LG