Televîzyona CNN ragihand ku Qesira Sipî careke din hizra betalkirina destûrnameya nûçegîhanê wê Jim Acosta dike, piştî ku dadwerekî biryara cemidandina qedexeya hember wî dabû.
Rêvebirîya Trump qedexe kiribû ku Acosta têkeve nav avahîya Qesira Sipî, piştî ku Serok Donald Trump û Acosta, rojeke piştî hilbijartinên mîdterm ketibûn nav gotûbêjeke tund.
Lê, dadwerekî ku Trump destnîşan kiribû, hefteya borî biryar dabû ku qedexeya hember Acosta, mafê wî ya azadîya ragihandinê binpê dike ku bingeha xwe ji qanûna bingehîn digire.
CNN dîyar dike ku demeke kurt piştî biryara dadwer ya roja Înê, Qesira Sipî ji Acosta re got ku ewê qedexeya ser wî, di 30ê Mijdarê de jinûve aktîf bike.
Piştî biryara Qesira Sipî, CNN serî li dadgehê dabû ku rûniştineke awarte pêk bîne û qedexekirina ser Acosta rake.