Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Îşev Stratejîya Nû ya li Afganistanê Eşkere Dike


Serokê Amerîka Donald Trump wê îşev di axaftinekê de, li bingeha Fort Myer ya dervayê Washingtonê, nexşerêya Afganistanê eşkere bike.

Qesra Sipî da zanîn ku Trump dê bi firehî li ser stratejîya nû ya li Afganistanê û hejmara zêdekirina hêzên Amerîkî li wî welatî jî bipeyîve.

Wezîrê Berevanî yê Amerîka Jim Mattis do Yekşemê gotibû ku Trump biryara xwe li ser stratejîya nû ya li Afganistanê da, lê wî ti hûrgilî nedabû.

Mattis dîyar kiribû ku stratejîya nû wê bi Afganistanê tenê sînordar nebe, lê stratejîyeke tevahîya bo Başûrê Asya be.

Pentagone li bendê ye ku pêşnîyara wê ya şandina 4,000 hêzên nû ji Afganistanê re, îşev ji alîyê Trump ve were ragihandin.

Fermandarê her bilind yê Amerîkî li Afganistanê, Gen. John Nicholson jî pesna damezrandina hêzeke nû ya artêşa Afganî dabû û gotibû ku "em bi we re ne û emê li vê derê bi we re bimîmin.''

XS
SM
MD
LG