Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump Dibêje ku li Afganistanê Dema Çareserîyeke Sîyasî Hatiye


Serokê Amerîka Donald Trump îşev di Gotara Salane ya Rewşa Yekîtîyê de derheqa rewişa Afganistanê axifî.

Wî xwestiye ku danûstandinên bo pêkanîna çareserîyeke sîyasî li Afganistanê werin lêzandin.

“Bi spasîya hêzên me yên leheng, em niha dikarin hewila peyvajoya çareserîyeke sîyasî bidin ku ev şerê dirêj û xwînbar bi dawî were. Rêvebirîya min li Afganistanê, Talîban jî di nav de, birêxistinên Afganî re danûstandinên avaker dimeşîne. Bi pêşdeçûna wan danûstandinan, emê bikaribin hejmara hêzên xwe kêm bikin û girîngî bidin xebatên dij-terorê.”

Trump dîyar kir ku ew nizane gelo ew di hewilên xwe de serketî bin yan ne, lê bi bawerîya wan êdî dem hatiye ku aştî li Afganistanê were ceribandin.”

XS
SM
MD
LG