Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Ezê Dev ji Ewlekarîya Sînorê Amerîka Bernedim


Serokê Amerîka Donald Trump di konferanseke li Washingtonê de ji şerîfên Amerîkî re axifî.

Trump di axaftina xwe de careke din dîyar kir ku bo ewlekarîya Amerîka divê li sînorê Meksîko dîwar hebe.

‘’Dîwar niha di vê kêlîya em diaxifin de tê ava kirin. Bo parastina vî welatî û gelê wî ezê ti carî dev ji hewildanên ser ewlekarîya sînor bernedim’’ Trump got.

Wî da zanîn ku dê dîwarê li sînorê Meksîko mezin be û li gor hinekan dê rabûna Çîyayê Everestê, li ber rabûna ser wî dîwarî hîn hêsan be.

Medya Amerîkî ragihandibû ku hin Komarî û Demokratan bo hikûmet neyê girtin li ser peymanekê li hev kirine, lê Trump derbarê wê ti agahî neda.

XS
SM
MD
LG