Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Bilind Biryara Trump ya Ser Koçberên ji Amerîka Navîn Pejirand


Dadgeha Bilind ya Amerîka daxwaza Serok Donald Trump ya ser sînordarkirina hejmara koçberên ji Amerîka Navîn pejirand.

Trump dîyar kiribû ku ewê hejmara koçberên ji welatên wek Honduras, Guatemala û El Salvador sînordar bikin.

Li gor biryara dadgehê, kesên li Amerîka Navîn dijîn dema ji welatekî din bixwazin derbazî Amerîka bibin jî dê werin red kirin.

Trump ji Twitterê da zanîn ku biryara dadgehê bo Amerîka serketineke mezin e.

Bi biryara Dadgeha Bilind li ber e ku hejmara koçber û penaberên ji welatên Amerîka Navîn pir dakeve.

XS
SM
MD
LG