Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Bang li Amerîkîyan Dike ku Bala Xwe Bidin Ser Paqijîyê


Serokê Amerîka Donald Trump bi preskonferansekê dîyar kir ku ewê tedbîrên jiber vîrusa korona hatine ragihandin qonax bi qonax bi dawî bikin.

Trump bang li Amerîkîyan kir ku bala xwe bidin ser paqijî û mesafeya civakî û ji wan xwest ku bi dildarî maskeyan bidin ber rûyên xwe.

Wî, roja Înê paketa çaran ya alîkarîyê ya bi qasî 500 mîlyar dolar jî îmza kiribû.

Li gor axaftina Trump, ji wê paketê 75 mîlyar dolar dê bo nexweşxaneyan were xerc kirin.

Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence jî dîyar kir ku ew dixwazin zêdetir testan bikn.

‘’Meheke berê li seranserê Amerîka 80,000 kes testa vîrusa korona kiribû. Lê heta niha 5,100,000 Amerîkîyan testa vîrusa korona kiriye’’ Pence got.

Wî dîyar kir ku jiber ku test zêde bûne hejmara pêketîyan jî bilind bûye û da zanîn ku ewê pirtir pêşketinan bibînin.

XS
SM
MD
LG