Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Dijî Pereyên Krîpto Berevanîya Dolara Amerîkî Dike


Usa-Trump

Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kir ku ew ser pereyên krîpto bi fikar e.

Trump da zanîn ku şopandina pereyên krîpto dijwar e û bal kişand ku ew dikare karên neqanûnî hêsantir bike.

‘’Ez ne alîgirê ew Bitcoinê ji nebûnê çêdibe û nirxên tim diguherîne me, ez ne alîgirê pereyên din yên krîtopte me jî’’ Trump got.

Pereyên krîpto, di sala 2009’an de piştî Bitcoin ket pîyasayê belav bû.

Facebook hefteya borî ragihand ku ewê pereyê xwe yê bi navê Lîbra derxe pîyasayê.

Trump da zanîn ku li Amerîka tenê pereyek heye û ew jî dolara Amerîkî ye.

Wî da zanîn ku qîmeta Lîbra hindik e û bawerî tam pê nabe.

Hin pisporên aborîyê didin zanîn ku Lîbra dikare pîyaseyan serûbin bike.

XS
SM
MD
LG