Doza împîçkirinê ya duyê ya Serokê berê yê Amerîka Donald Trump li Civata Senatoran bi tedbîrên berfireh yên ewlekarîyê destpê kir.
Li Civata Senatoran tê nîqaş kirin ku darizandina împîçkirinê ya serokekî ne li ser kar qanûnî ye yan ne.
Parêzerê Trump, Bruce Castor Jr dîyar kir ku bi darizandina împîçkirinê dixwazin rê li ber Trump bigirin ku neyê ser karên hikûmetê.
‘’Jiber ku piranîya Civata Nûneran naxwaze ku Donald Trump di siberojê de wek hevrikekî sîyasî bibîne em li vir in.’’ Castor Jr. got.
Castor Jr dîyar kir ku divê ti kes jiber gotinên xwe yên sîyasî cezayê nestîne.
Wî da zanîn ku gava hin kesan dijî qanûnê çalakî li dar xistin divê ew cezaya girtîgehê bistînin.
Trump bi teşwîqkirina serîrakirinê tê tawanbar kirin ku alîgirên wî di 6’ê Çileyê de êrîşî Kongresê kiribûn.
Wê rojê Kongres bo pejirandina serketina Joe Biden yê Demokrat kom bûbû.