Serokê Amerîka Donald Trump dibêje ku wî "ti car negotiye ku êrîşeke hember Sûrîyê kengî pêk were, lê ew êrîş dikare di demeke zû de be yan jî qet nebe.”
Trump, ku wek bersîvdana êrîşa kîmyayî ya gumanbar li Sûrîyê, roja Çarşemê li ser Twîtterê gotibû ku divê Rûsya ji muşekan re amade be.
“Rûsya soz dide ku ewê hemî muşekên ku Sûrîyê bike amanc, gêr bike. Hazir be, Rûsya jiber ku muşekên xweşik, nûjen û zîrek dê werin,” Trump bi berdewamî gotibû.
Qesra Sipî jî ragihandibû ku tevî biryareke dawîn nehatiye dayîn jî, Trump hizra bersîvdaneke êrîşeke mûşekî li hember Sûrîyê dike.
Karbidestên Amerîkî û analîstên li Washingtonê dibêjin ku çaverê ye di nav çend rojên nêzîk de bersîvdaneke xurt were dayîn.