Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Êrîşên Dijî Medya Amerîkî û Demokratan Didomîne


Serokê Amerîka Donald Trump îro Çarşemê êrîşên tund li dijî medya Amerîkî û Demokratan dike ku sîyaseta rêvebirîya wî ya ji hev cûdakirina malbatên koçber bi xirabî nîşan didin.

“Dezgehên serekî yên ragihandina Amerîkî, dema behsa koçberîya neqanûnî dikin, qet qala parastin û ewlehîya welatê me nakin.”

Trump îdia kir ku qanûnên Amerîkî yên koçberîyê, qanûnên herî lawaz û herî xirab yên cîhanê ne û Demokrat wê hemî tiştan bikin ku wan qanûnan neguherînin.

"Sucê Demokratan e. Ew dengên pêdivî nadin me ku em qanûnên baş ya koçberîyê derbaz bikin. Ew dixwazin tixubên me vekirî bimînin, lê Komarî ewlehî dixwazin. Lê, ez karên xwe didomînom," Trump got.

XS
SM
MD
LG