Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Biryara Ser Rewşa Awarte Îmza Kir


Serokê Amerîka Donald Trump biryara ser ragihandina rewşa awarte îmza kir.

Trump, li Qesira Sipî bi preskonferansekê dîyar kir ku li sînorê Meksîko ‘’dagirkerîya çeteyan’’ heye.

Serok Trump dê bernivîsa budçeyê ya ku Komarî û Demokratan li ser hev kiriye jî îmza bike.

Li gor bernivîsê, dê bo avakirina dîwarê li sînorê Meksîko, 1,4 mîlyar dolar were rakirin.

Trump dide zanîn ku ewê bi ragihandina rewşa awarte re, bo avakirina dîwarê li sînor 8 mîlyar dolar were peyda kirin.

Li ber e ku ew pere, ji butçeya leşkerî bê temam kirin.

XS
SM
MD
LG