Serokê Amerîka Donald Trump îro Înê got ku hêzên bi piştgirîya Amerîka çekdarên Dewleta Îslamî (DAIŞ) ji Baxozê bi temamî derxistine.
“Di roja hilbijartinê de DAIŞ wiha bû. Aniha DAIŞ ev e” Trump nexşeya di destê xwe de ji nûçegîhanan re nîşan da.
Trump pîrozbahî li rojnamevanan kir ku DAIŞ hatiye tune kirin.
Demeke zûtir ya îro, berdevika Qesira Sipî Sarah Sanders jî gotibû ku DAIŞ nema ti herêman li Sûrîyê kontrol dike.
Lê, çavkanîyên Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ji Dengê Amerîka re got ku ew nikarin daxuyanîyên wiha piştrast bikin jiber ku operasyonên wan li Boxozê didomin.
Çend rojnamevanên ku li erdê ne ji Dengê Amerîka re got ku firokên koalîsyonê êrîşên esmanî didomînin û şerê li derdê jî her berdewam dike.