Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêvebirîya Trump Hêzên Federal Dişîne Sê Bajarên Din


Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kir ku ewê bi ‘’Operasyona Efsane’’ ji sê bajarên din re hêzên federal bişînin.

Donald Trump di preskonferansa li Qesira Sipî de, ku Wezîrê Dadê William Barr jî beşdar bûbû, da zanîn ku hin hêzên federal dê herin Chicago, Albuquerque û Kansas City.

Trump dîyar kir ku hêzên federal dê bo têkoşîna dijî tawanên tundûtûjîyê bi hêzên ewlekarîyên yên herêmî û yên eyaletê re bixebitin.

Serokê Amerîka di preskonferansê de careke din di ser bûyerên tûntûjîyê re bal kişand ser ‘’qanûn û nîzam’’ê.

‘’Di rojên dawî de, bo têkbirina teşkîlata polîsan, birîna budçeyan tevgereke tundrê destpê kir’’ Trump got û da zanîn ku berpirsên ‘’êrîşên çekdarî, kuştin û tawanên hovane’’ ew in.

‘’Divê pirtir xwîn nerije. Emê bi sedan yekîne bişînin Chicago. Emê tawanbaran bibînin, wan bidarizînin û biavêjin girtîgehan. Xênji maytekirinê, wekî din ti rê nema’’ Trump got.

Trump dîyar kir ku Wezareta Dadê dê bo ‘’Operasyona Efsane’’ 61 mîlyon dolar veqetîne û pirtir polîsan bişîne wan bajaran.

‘’Operasyona Efsane’’ (Operation Legend) navê xwe ji Legend Taliferro yê 4 salî, ku di bûyerên tundûtûjîyên yên li Kanas City de dema di xew de bû bi guleyekê hatibû kuştin, distîne.

Wateya ‘’Legend’’ ya bi Brîtanî, ‘’efsane’’ ye.

Malbata Legend Taliferro jî beşdarî preskonferansa li Qesira Sipî bû.

Dîya Legend Taliferro, Charron Powell ji bîragiştî xwest ku dijî bûyerên tundûtûjîyê piştgirîya Operasyona Efsane bikin.

Rêvebirîyên herêmî ser şandina hêzên federal bertekan nîşan didin.

Walîyê Illinoisê J.B. Pritzker dîyar kiribû şandina hêzên federal ‘’gaveke şaş’’ e.

Bajarvana Chicago Lori Lightfoot jî da zanîn ku ew dixwazin hevkarîyê bikin, lê ew nikarin bi awayekî erênî li ‘’dîktatorî’’yê binêrin.

XS
SM
MD
LG