Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump 73 Kes Bexşandin û Cezayên 70 Kesên Din jî Kêm Kirin


Qesra Sipî serê sibeha îro Çarşemê ragihand ku Serokê Amerîka Donald Trump çend demjimêran berîya bidawîbûna seroktîya wî 73 kes bexşandîye û cezayên 70 kesên din jî sivik kirîye.

Di nav bexşandinan de berpirsê berê yê kempanya û şêwirmendê payebilind yê Trump, Steve Bannon jî heye.

Bannon jiber xapandina bi hezaran veberhênerên ku bawer dikirin ku ew bo projeyek avakirina dîwarek li ser sînorê başûrê Amerîka drav didin, hatibû tawanbar kirin.

Dozgeran îda kiribû ku Bannon ji wan diravan ji mîlyonek zêdetir dolar jibo karmendek kempanyayê û lêçûnên kesane yên xwe bikar anîye.

Hevdem, Elliot Broidy berhevkarekî diravên berê yê Trump ku sala borî qab ûl kiribû ku wî qanûnên lobî ya biyanî binpê kiriye jî hat bexşandin.

Trump cezayê bajarvanê berê yê Detroit Kwame Kilpatrick ku bi jiber wek karbidestê bijartî karanîna desthilatdarîya xwe bo dirav girtin, bertîl û sextekarîyê hatibû sûcdar kirin jî guherand û siviktir kir.

Serok her wiha Dwayne Carter Jr. ku bi navê Lil Wayne tê nas kirin û yê ku bi sedema binpekirina qanûna karanîna çekên federal sûcê qabûl kiribû jî bexşand.

Trump heya niha bo hevkar û piştgirên xwe yên demdirêj gelek bexşandin ragihandibûn.

Di nav wan de berpirseke kempanya wî Paul Manafort, şêwirmend Roger Stone, şêwirmendê ewlehîya netewî yê yekê Michael Flynn, û Charles Kushner, bavê zavayê wî hebûn.





XS
SM
MD
LG