Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump bo Dadgeha Qanûna Bingehîn Brett Kavanaugh Kir Berbijar


Serokê Amerîka Donald Trump, bo endamtîya Dadgeha Qanûna Bingehîn Brettt Kavanaugh yê ku bi konservatîfîya xwe tê nasîn kir berbijar.

Serok Trump bo Kavanaugh got ku ‘’referansên wî bê kemasî ne, payabilind e’’ û bang li senatoyê kir ku Kavanaugh bipejirînin.

Trump da zanîn ku ti girîngîya nêrînên siyasî yên dadgeran tune û dîyar kir ku hemî endamên Dadgeha Qanûna Bingehîn li gor qanûnê tevdigerin.

Trump par jî li şûna Antonin Scaila, ku di serdema serokê berê Barack Obama de jîyana xwe ji dest dabû, Neal Gorsuch kiribû berbijar û senatoyê ew pejirandibû.

Bo Kavanaugh were pejirandin divê bi kêmî ve 60 dengên 100 senator bistîne.

Dadgeha Qanûna Bingehîn bi 9 endam e û eger Kavanaugh were pejirandin, rêjeya dadgerên konservatîf û lîberal, dê bi 5 û 4 li hêla konservatîfan be.

Brett Kavanugh li Dadgeha Pêdaçûnê ya Washingtonê kar dike. Berê bo Serok W George W. Bush jî di mijarên hiqûqî de şêwirmendî kiribû.

XS
SM
MD
LG