Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Bo Berdana Mirovekî Bêguneh Emê Tiştekî Nedin


Serokê Amerîka Donald Trump ser girjîya ku di navbera Washington û Enqerê de gur dibe twîtek nivîsî.

Trump ji Twitterê da zanîn ku Tirkîyê ‘’bi salan ji Amerîka sûd wergirtîye’’, lê niha qeşeyê Amerîkî Andrew Brunson bernade.

Trump bang li Brunson kir ku wan wek ‘’dîlgirtîyekî welatperwer temsîl bike’’

‘’Bo berdana însanekî bêguneh emê ti tiştî nedin. Emê ji Tirkîyê qut bikin’’ Trump nivîsî.

Wezîrê Xezînê yê Amerîka Steven Mnuchin do Pêncşemê dîyar kiribû ku ger Brunson neyê berdan, ewê zêdetir tiştan bikin û nîşana toleyên nû dabû.

XS
SM
MD
LG