Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hello Washington: Nakokiyên li Amerîka Dengvedan Û Rola Wan li Derve Û Hundir


Aligirên Trump di avahiyê Kongresê de
Aligirên Trump di avahiyê Kongresê de

Çarşema hefteya borî, 6'ê Rêbendanê piştî biserdagritina avahiyê Kongresa Amerîkî (Capitol Hil) ji aliyê piştevanên serok Trump gelek duberî, nakokî û guherîn bi xwe re anîn.

Endamên demokrat û hin Komarî weha dibînin ku derheqa bûyerên ajawegêrî û biserdagirtina Kongrese de bo cara yekê di dîroka Amerîka de serok Trump tawanbar tê dîtin, jiber ku wî her ji destpêkê behsa dizîna dengan û çêbûna sextekariyên di hilbijarartinan de kirîye bê ku belgeyek yasayî di dest de hebe û aligirên xwe pal dane da ku tundî û ajawegêriyan çê bikin.

Gotinên serok Trump bûne sedema ku roja 6ê meha Rêbendanê dema kongres bi herdu civatên xwe ve, ya Senatoran û Nûneran di civînê de bûn jibo pejirandina dengên Desteya Hilbijêran (Electoral College), Trump bo hezaran aligirên xwe yên li Washigton amade bibûn axiftin dikir, piştî demekî piştevanên wî êrîş birin ser avahiyê kongresê û ketin hundirê avahî û ziyan gihand mal û mulkê dewletê û nehiştin ku kongres civînên xwe berdewam bike.

Amerîka xwedîya dezgehên mezine, ew dayika dezgehsaziyê ye.
Şirovekar Mamend Roje

Ev buyer bo sedema duberî û nakokiyan di nava civak û siyaseta Amerîka de û bandorek nerênî li ser navûbangiya demokrasiya Amerîka hişt. Herwiha hem serok Trump û hem jî partiya wî ya Komarî ziyan ji wê tevgeriyan nerewa dît, gelek endamên Komarî ji li dij Trump rawistiyan.

Dema ku çend rojên kêm ji serokatiya Donald Trump mane, Kongrer roja Sêşemê ket di dengdanê de jibo çalak kirina benda 25 ya destûra bingehîn û daxwaz ji cîgirê serok Mike Pence û kabîna hikûmetê kir ku desthilata serok Trump bidawî bikin jiber ku li gor benda destûrî ya rastvekirina 25, ew kesekî ne layqî serokatiyê ye.

Herwiha roja Çarşemê Kongresê bo cara duyan deng li ser împîçkirina Trump da û bi piraniya dengan 232 dengên erê li hember 197 dengên na daxwaza împîçkirina Trump hat pejirandin û di nava yên dengê erê dabûn 10 Komarî hebûn.

kulturê dabeşkirina civakî bihêz ketîye û demokrasî di nava partiyan de kêm bûye
Dr. Azad Berwarî

Li paytext Washington bo cara yekê ye ku bi 10 hezaran Zêrevanên Niştîmanî, Polîs û Hêzên Ewlekariyê hatine ketine di amadebaşiyê de bo parastina roja sondxwarina serokê nû hilbijartî Joe Biden roja 20 Rêbendanê.

Dr. Azad Berwarî
Dr. Azad Berwarî

Jibo danûstandinên li ser van alozî û nakokiyan Hello Washington mêhvandariya her yek ji berêz Mamend Roje, Şirovekarê pirsên stratejîk ji Parîs û berêz Dr. Azad Berwarî, şarezayê rêveberiya civakî û rewşên awarte ji eyaleta Minnesota kir.

Pêşî Dr. Azad Berwarî got "kulturê dabeşkirina civakî bihêz ketîye û demokrasî di nava partiyan de kêm bûye" lewan grûbên radîkal û tundrê peyda bûne.

Azad herwiha got "Komarî bûne du beş, komariyên Trumpîst û kamariyên din." Herwiha got "Komarî divê derkevin derve û dengê xwe bilind bikin ku li gel demokrasiya Amerîka ne, ne ya kesekî ku ew kes bihêt dest biser desthilatê de bigrît."

Mamend Roje, Şirovekarê Pirsên Stratejî
Mamend Roje, Şirovekarê Pirsên Stratejî

Berêz Mamend Roje, derbarê rewşa aloz û nakokiyên niha li Amerîka heyî got "Du bendî û du qutbî heta demekî dê li Amerîka bimîne." Berêz Roje li ser çawaniya derketina grûbên tundrê rawestiya û da zanîn ku di rewşeke wekî ya serok Trump de, di siyasetê de weke "Diktatoriya hilbijartinan" tê binav kirin û got "Rastgirên tundrê ku di rêya hilbijartinan re, deng û kursiyên xwe zêde dikin, jan û qeyranên wê di salên pêş me de, emê zêdetir bibînin."

Berêz Mamend roj dîsan got ku "Tiştê ecêb û yê ku nayê fam kirin ewe ku di van hilbijartinan de nêzî 3% reş pêşt û Îspanyolan dengên xwe dane Trump." Lê Roje got ku "Amerîka xwedîya dezgehên mezine, ew dayika dezgehsaziyê ye."

Bernama Nû ya Hello Washington
please wait

No media source currently available

0:00 0:29:35 0:00

XS
SM
MD
LG