Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Pesna Meksîka Dide ku Karwana Koçberên Neqanûnî Asteng Kir


Serokê Amerîka Donald Trump îro pesna qanûnên koçberî yên Meksîkî da ku beşarên karwana penaberên ji Amerîkaya Navîn ji hev belav kirin û rê li ber pêşdeçûna wan girtin.

Trump herwiha rêvebirîya xwe jî pesand ku hejmara bi qaçaxî derbabûna penaberan ji sînorê Meksîkî, bi awayekî berbiçav hindiktir bûye.

Karbidestên Meksîkî dîyar kir ku karwana koçberan hatiye sekinandin, lê hîn kes pêgir in ku xwe bigehînin ser sînorê Amerîkî.

Karbidestên Qesra Sipî roja Çarşemê ragihandibû ku ew hizra şandina hêzên Zerêvanîya Netewî li ser tixubê bi Meksîka re dikin da ku rê li ber hatina penaberên neqanûnî bigirin.

XS
SM
MD
LG