Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Nîjadprestên Sipî bi Nav Şermezar Dike


Serokê Amerîka Donald Trump îro Duşemê, neo-Nazîyan û Ku Klux Klan (KKK) jî di nav de, nîjadperesrestên sipî şermezar kir û got ku cîhê nîjadperestî, paşverûtî û kîndarî li Amerîka tuneye.

"Nîjadperestî îblîsane ye û kî ku li ser navê wê tundî bike, çi KKK be çi neo-Nazî be, sipîparest anku nîjadperesrestên sipî, wek Amerîkî dijî hemî nirxên me ne,” Trump li Qesra Sipî got.

Trump bi bîr xist ku di serdema hilbijartinan de wî soza cîhanîna rek û pêkî daye û aniha dezgehên federakî, be ku dem hinda bikin, wê sozê bi cîh tînin.

"Emê gîş derfetên heyî bi kar bînin ku zarokên Amerîkî bi azadî, bê tirsa tundî û tirs mezin bin. Emê mafên pîroz yên hemî Amerîkîyan biparêzin û berevanî li wan mafan bikin. Emê bi hevre bixebitin ku hemî hemwelatîyên vê axa pîroz, xewnên xwe cîh bînin û evîn û hezkirinên xwe bi dilgeşî dîyar bikin.”

Daxuyanîya Trump wek bersîvdana bûyerên li bajarê Charlottesville ya Virgina ye ku jinek ji alîyê nîjadperestekî sipî ve hatibû kuştin.

Bêdengmayîna wî ji alîyê Demorkat û Komarîyan û ji hêla gelek alîyan ve hate rexne kirin ku çima serok tundîya wiha şermezar nake.

XS
SM
MD
LG