Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Êrîşa Kîmyayî li Sûrîyê Mehkûm Dike, Soza Bersîvdanê Dide


Serokê Amerîka Donald Trump îro êrîşa hovane ya kîmyayî li Sûrîyê mehkûm kir.

Trump got ku ewê di nav 24-48 demjimêran de “biryareke girîng” bide ku Amerîka dê bersîvdaneke çawa li hember wê êrîşê bide.

Trump di cîvîna kabîneya xwe de, li Qesra Sipî li ser êrîşa kîmyayî peyîvî.

“Çi Sûrîyê be, çi Rûsya, çi Îran yan jî hemî bi hevre bin, Amerîka dê ronî bike ku kî li pişt wê êrîşê ye. Em bi awayê herî xurt li vê mijarê dinêrin, Trump got.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG