Serokê Amerîka Donald Trump îro li Qesra Sipî Cîgirê Serokê Koreya Bakur Kim Yong Chol pêşwazî kir ku nameyeke taybet ji Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un anîbû wî.
Chol, karbidestê herî bilind yê Koreya Bakurî ye ku di nav 18 salên borî de tê Amerîka.
Amerîka, berê Kim Yong Chol xistibû nav lîsta reş, dema wî parêzkarîya bavê rêberê niha, Kim Jong Il dikir û roleke girîng di avakirina sîstema artêşa Koreya Bakurî lîstîbû.
Nameya Kim, ku Chol raberî Trump kir, wek gaveke girîng ya jibo pêkanîna hilcivîna navbera Trump û Kim tê dîtin.