Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Ser Protestoyên li Hong Kongê Bang li Serokê Çînê Dike


Serokê Amerîka Donald Trump ser protestoyên li Hong Kongê bang li Serokê Çînê Xi Jinping kir ku bi xwepêşandaneran re rû bi rû biaxife.

Trump ji Twitterê da zanîn ku ger Jinping bi xwepêşandaneran re bicive ewê kêşeya Hong Kongê bi awayekî aştîyane çareser bibe.

Wezareta Derve ya Amerîka, berî gotinên Trump dabû zanîn ku Çîn li sînorê Hong Kongê leşkeran bi cîh dike û ew jiber vê ketine fikaran.

Hin endamên Kongresê dîyar kiribûn ku Trump li hember Çînê helwesteke tund nîşan nade û rexne kiribûn.

XS
SM
MD
LG