Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Em Pir Nêzîkî Peymaneke Nû ya bi Çînê re Bûne


Serokê Amerîka Donald Trump ji Twitterê dîyar kir ku çaverê ye ku ew bi Çînê re peymaneke nû ya bazirganîyê îmza bikin.

Trump ew agahî berî bacên gumrukê yên nû yên bo Çînê destpê bikin, belav kir.

‘’Em pir nêzîkî peymaneke mezin ya bi Çînê re bûne. Ew jî vê dixwazin, em jî’’ Trump nivîsî.

Bloombergê ragihand ku Amerîka û Çînê li hev kirine û ew peyman jî dibe ku roja Pêncşemê were eşkerekirin.

Hin şirovekar didin zanîn ku Trump berî hilbijartina seroktîyê ya 2020’an dixwaze nîşan bide ku di têkoşîna bi Çînê re bi ser ketiye.

XS
SM
MD
LG