Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raportên Nû Dibêjin Trump ji Comey Gelek Nerazî Bû


Qesra Sipî dibêje Serok Donald Trump ew çend meh in ku hizra qewitandina serokê berê yê Buroya Vekolînê ya Federalî (FBI) James Comey dikir.

Lê, şêwirmendên Trump dibêjin ku Trump bi rojên dawî de jiber daxuyanîyên Comey yên ser vekolîna peywendîya kempeyna Trump ya bi Rûsan pir hêrs bûye.

Li gor medya Amerîkî îfadeya Comey ya pêş Kongresê ku wî bi firehî qala vekolîna FBI ya maytekirina Rûsyan ya di hilbijartinê kiribû bû sedema nerazîbûna Trump.

Dîsa, jiber ku Comey piştgirî neda îdiayên Trump ku rêvebirîya Obama telefonên wî guhdar kirine, Trump tore kiriye.

"Trump jî kiryarên Comey bêzar bûbû," karbidestekî Qesra Sipî ji rojnameya Politico re got.

Berdevka Qesra Sipî Sarah Huckabee Sanders roja Çarşemê gotibû ku Trump li ser raporta Cîgirê Wezîrê Dadê Rod Rosenstein Comey ji kar dûr xistibû ku di vekolîna emaîlên Hillary Clintonê de kêmahîya wî hebû.

XS
SM
MD
LG