Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Soza Vekirina Dêran Dide, Eyda Misilmanan Pîroz Dike


Serokê Amerîka Donald Trump îro Pêncşemê got ku ew ji Misilmanan re eydeke baş dixwaze.

“Ez ji Misilmanên ku eyda Ramazanê pîroz dikin re şahî û xweşhalî dixwazim,” Trump li Qesira Sipî got.

Serok Trump ji VOA re got ku ew dixwaze welêt vegerîne asta normal.

“Dixwazim welatê me jinûve vegerînim asta normal. Tiştekî pir dixwazim ew e ku dêr jinûve werin vekirin.

Serok got ku gelek walîyên Demokrat rêz li kenîseyan nagirin loma ez hez dikim wan dêran bidim vekirin.

“Emê di demeke nêzîk de gavên girîng li ser vê mijarê bavêjin.”

Trump, wek bersîva pirseke VOA got ku ewê mizgeftên li Amerîka jî vekin.

XS
SM
MD
LG