Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Biryara Dawî ya Hember Qedexeya Rêwîtî Rexne Dike


Serokê Amerîka Donald Trump, hember biryara dadgeha pêdaçûnê ya federalî nerazîbûna xwe nîşan dide ku fermana wî ya qanûndêr ya qedexeya rêwîtîya şeş welatan, blok dike.

"Wek hate pêşbînî kirin, dadgeha 9th Circuit Court dîsa heman tişt kir – Di demeke wiha xeter ya dîroka welatê me de, hember QEDEXA RÊWÎTÎ biryar da," Trump di hesaba xwe ya Twitter de nivîsî. Wî bi S.C. serlêdana hikûmetê ya li Dadgeha Bilind ya hember biryarê bi bîr anî.

Dadgeha pêdaçûnê ya federalî, di biryara xwe de got ku serok, bi imzakirina fermana qanûndêr ya 2’yê Adarê sînora desthilata xwe derbaz kiriye.

Biryara Duşemê ya ji alîyê dadgeha San Francisco ve biryara duyê ya îtîrazê bû ku li hember fermana qanûndêr ya Serok Trump haste dayîn ku rê li ber hemwelatîyên Îran, Sudan, Somalî, Yemen, Sûrîye û Lîbya digire ku bikaribin werin Amerîka.

Berê jî, Dadgeha Pêdaçûnê ya Federalî ya 4’an (4th U.S. Circuit Court of Appeals) ku bingeha wê li Virgina ye, biryara dadwerekî li Maryland erê kiribû ku wî jî hin beşên fermana Trump qedexe kiribû.

XS
SM
MD
LG