Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Ezê Berbijarên Dadgeha Qanûna Bingehîn Dawîya Vê Hefteyê Dîyar Bikim


Serokê Amerîka Donald Trump
Serokê Amerîka Donald Trump

Serokê Amerîka Donald Trump îro Duşemê ragihand ku ewê biryara xwe ya bo endamtîya Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Amerîka di dawîya vê hefteyê de dîyar bike.

Ruth Bader Ginsburg ya 87 salî, ku yek ji dadwera jin ya endama Dadgeha Qanûna Bingehîn bû, di 18'ê Îlonê de jiber penceşêra pankreasê jîyana xwe ji dest dabû.

Serok Trump yê Komarî got ku ew her 5 berbijaran jî bi rengekî pir cidî dinirxîne û ewê berbijarê xwe roja Înê yan Şemîyê, piştî merasîma cenazeya Ginsburg eşkere bike.

Trump ragihand ku divê Civata Senatoran, ku ji hêla Komarîyan ve tê kontrol kirin, berî hilbijartina seroktîya Amerîka dengdana bo endamtîya Dadgeha Qanûna Bingehîn pêk bîne.

"Divê dengdana ser berrbijarîya dadgehê û erêkirina wê bi eşkereyî berî hilbijartinê pêk were. Jibo wê gelek dema me heye,” Trump ji Fox News re got.

Serokê Civata Senatoran Mitch McConnell jî got ku ewê destbi bi prosesa dengdayîna ser berbijarên Serok Trump bikin.

Partîya Komarî di Senatoyê de bi 53 kursîyan piranîyê kontrol dike. Lê du senatorên Komarî - Susan Collins ya ji eyaleta Maine û Lisa Murkowski ya ji eyaleta Alaska - di dawî ya hefteyê de ragihand ku pêdivî ye ku Civata Senatoran ser berbijarê Trump bêrîya hilbijartina seroktîya ya 3' ê Mijdarê dengdaneke neke.

Çavdêrên sîyasî bal dikşînin ku mirina Ginsburg derfeteke girîng da Trump û partîya wî hêza xwe ya li Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Amerîka xurtir bike.

Biryarên vê Dadgehê ser gelek warên jîyana Amerîkîyan yên wek beravêtina zarokan (kurtaj), lênerîna saxlemîyê, mafên çekan, mafên dengdanê, hêzên serokatiyê û cezayê mirinê de bonderên girîng dike.

Trump heya niha bo endamtîya Dadgeha Qanûna Bingeh du dadwerên jin yên konservatîf Neil Gorsuch û Brett Kavanaugh bi nav kiibûn û her du jî hatibûn pejirandin.

XS
SM
MD
LG