Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Encama Hilbijartinê Dê Dadgeha Qanûna Bingehîn Dîyar Bike


Serokê Amerîka Donald Trump da zanîn ku encama hilbijartinên seroktîyê yên 2020’an dê Dadgeha Qanûna Bingehîn dîyar bike.

Trump di çalakîyeke li Qesira Sipî de, ser qonaxa erkdarkirina endama nû ya Qanûna Bingehîn, ku piştî mirina Ruth Bader Ginsburg destpê kir, axifî.

Ji Trump hat pirsîn ku bo çareserkirina kêşeyên gumankirî yên hilbijartinên 3’yê Mijdarê divê temamê endamên Qanûna Bingehîn hebin yan ne.

Li ser vê pirsê, ‘’Li gor min hilbijartin dê li Dadgeha Qanûna Bingehîn biqedin. Jiber wê girîng e ku li dadgehê 9 dadger hebin’’ Trump got.

Wî bi berdewamî da zanîn ku Serokê Komîsyona Dadê ya Civata Senatoran ne mecbûr e rûniştinê li dar xe û dîyar kir ku peyvajoya erkdarkirina dadgera nû dê bi lezgînî bidome.

Trump ser dengdana bi rêka postê dîyar kir ku Demokrat ‘’sextekarî’’yê dikin û got ku ger ew mijar here pêş dadgehê û di encama dengdanê de li hember 4 dengan 4 deng hebin ne rind e.

Di dîroka Amerîka de heta niha bi tenê hilbijartinên sala 2000’î çûne pêş Dadgeha Qanûna Bingehîn.

Wê sala encama hilbijartinên di navbera George W. Bush yê Komarî û Al Gore yê Demokrat, Dadgeha Qanûna Bingehîn dîyar kiribû.

XS
SM
MD
LG