Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Berbijarîya Amy Coney Barrett bo Dadgeha Bilind Radigihîne


Serokê Amerîka Donald Trump

Serokê Amerîka Donald Trump plan dike ku dadwera konservatîf ya Dadgeha Temyîzê Amy Coney Barrett îro Şemiyê wek berbijara sêyan ya Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Amerîka, dîyar bike.

Serok Trump dixwaze ku berîya roja hilbijartina seroktîya Amerîka ya 3'ê Mijdarê de, di Civata Sentoran ya bi piranîya Komarîyan de were pejirandin.

Serokê piranîya Civata Senatoran Mitch McConnell jî ragihandibû ku prosesa dengdayîna ser berbijarên Serok Trump mijarek sereke ya pêş e.

Serokê Lijneya Dadweriyê Lindsey Graham ku di 2018'an de bi şewazeke xurt berevanîya berbijerê Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Trump Brett Kavanaugh kiribû, jî destnîşan kir ku ew hêvî dike Barrett heya di 3'ê Mijarê wek dadwer were pejirandin ku Graham di 2018'an de bi şewazeke xurt berevanîya berbijerê Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Trump Brett Kavanaugh kiribû.

Amy Coney Barretta 48 salî, ji hêla Trump ve, di 2017'an de wek dadwera Dadgeha 7'an ya Temyîzê ya Amerîka ya li Chicago erkdar kir û hejayê bal kişandinê yê ku Dadwer Barretta di nava konservatifên olî ku komek hilbijêrên sereke Trump de gelek tê hez kirin.

Bi piştrastkirina berbijerîya Barretta ya li şûna Ruth Bader Ginsburg ya di temenê 87 salî de, di 18'ê Îlonê de jîyana xwe ji dest dabû, dê Barrett bibe dadwera jin ya ya pêncan ku heya niha di sazîya herî bilind ya dadmendîya Amerîka de hatiye erkdar kirin.

Ger berbijara Trump Amy Coney Barretta ji alîyê Civata Senatoran ve were erkdar kirin, di Dageha Qanûna Bingehîn ya bi 9 endam de dê piranî bi 6 endaman têkeve destê konservatîfan.

Trump plan dike ku namzeta xwe îro Şemiyê saet 5'an di merasîmeke li Qesra Sipî dîyar bike.

Şeva roja Înîyê derket holê ku aktîvîstên konservatîf piştvanîya biryara Trump dikin, lê kesên lîberal jî hemberî vê biryarê nerazîbûnên xwe tînin ziman.

Senator Mitch McConnell McConnell di 2016'an de berbijarê Serok Barack Obama ya bo Dadgeha Qanûna Bingehîn Merrick Garland bi sedema sala hilbijartinê bû, red kiribû.

Partîya Demokratan jî ewê wê gotara McConnell bigngeh bigirin û li dijî Barrett nerazîbûnan nîşan bidin lê kêm şansê wan heye ku pejirandinê asteng bikin.

Berbijarê Partîya Demokrat Joe Biden dibêje ku divê serkeftîyê hilbijartina serokîya Amerîka biryara endama nû ya li şûna Ginsburg bide.

Partîya Komarî di Civata Senotaran de bi 53 kursîyan piranîyê kontrol dike. Lê heya niha tenê du senatorên Komarî dijî procesa pejirandinê derketin e.

Lê dîsa jî çavdêrên sîyasî pêşbîn dikin ku dê Demokrat heya mimkin be, dijwar bikin.

Parêzvanên mafên beravêtina zarokan (kurtaj) bi fîkarin ku Barrett dikare jibo betalkirina biryara navdar a 1973 qanûneke derxîne.




XS
SM
MD
LG