Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Ger Amerîka Mezin Be, Cîhan Hemî Xurt Dibe


Serokê Amerîka Donald Trump li Frouma Aborî ya Cîhanê, ku li Davos ya Swîsre li dar dikeve, axaftinek kir.

Serok Trump dîyar kir ku wateya "Berî her tiştî Amerîka, ne tenê Amerîka ye.’’. Wî da zanîn ku ger Amerîka mezin bibe ewê hemî cîhan mezin bibe.

Trump got ku Amerîka bo hemî dewletan ‘’dostanî û hevkarîyê’’ pêşnîyaz dike.

Trump dîyar kir ku berê aborîya Amerîka rawestîyaye lê niha aborîya wan mezin bûye û dewletên cîhanê vê mezinbûnê dibînin.

‘’Bo hûn pereyên xwe, karên xwe bînin Amerîka dema herî baş niha ye’’ Trump got.

Serok Trump bi bîr xist ku ew alîgirê ‘’bazirganîya adil’’ in û ewê dijî bazirganîya ne-adil çi ji dest wan were bikin.

Trump dema ser medya diaxifî bi çepikan hat protesto kirin. Trump dîyar kir ku berî ew bibe siyasetvan wî nizanibûye medya ewqas ‘’pîs, kirêt, xirab û sexte’’ bûye.

XS
SM
MD
LG