Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Hişyarî Dide ku Hikûmet Dikare Were Daxistin


Serokê Amerîka Donald Trump îro Pêncşemê hişyarî da ku hikûmeta federalî dikare di meha tê de were daxistin, ger pêşnîyara wî ya avakirina dîwara ser tixubê Meksîko neyê pejirandin.

“Gelo daxstina hikûmetê pêkan e? Bê guman pêkan e û bi mijara ewlehîya sînoran ve girêdayî ye ku avakirina dîwarê jî beşeke ji wê ye,” Trump li bajarê Palm Beach ya Florîda ji nûçegîhanan re got.

Serok, li ser pirsekê got ku wî destur daye leşkerîya Amerîkî ku ger pêdivî be, li ser tixubê Meksîko çeken kujer bi kar bîne.

“Ku pêdivî be, hêzên me dê çekên kujer bi kar bînin. Min OK daye, lê hêvîdar im ku hewce nebin ku wiha bikin.”

Wezîrê Berevanî yê Amerîka Jim Mattis jî roja Çarşemê gotibû ku destur ji wî re hat dayîn ku hêzên ser sînorê Meksîko, bo parastina zerevanên tixub bikarin çeken xwe bi kar bînin.

XS
SM
MD
LG