Lînkên eksesibilîtî

Serok Trump: Ez Dema Vegerîyam Washingtonê dê Daxuyanîyeke Girîng Bidim


Serokê Amerîka Donald Trump ji hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku gava ji Fîlîpînê vegerîya Washingtonê dê daxuyanîyeke girîng bide.

Trump dîyar kir ku dê daxuyanî ji Qesra Sipî were dayîn lê derbarê naverok û dema wê ti agahî neda.

Serok Trump bo serdana welatên Asya, ku bo du hefte hatibû plan kirin, ji Amerîka bi rê ketibû.

Trump, piştî serdana Japonya, Çîn, Koreya Başûr, Vîetnam û Fîlîpînê dîyar kiribû ku hemî dewletên ku bi Amerîka re bazirganîyê dikin ‘’êdî hîn bûne ku rêzik guherîne’

Trump bi tweeta ku ji Manila ya paytaxta Fîlîpînê gotibû ku ‘’Peyywendîyên bi Amerîka re adil bin û ser esasên miqabilîyê bin. Bazirganîya pir kêm ya bi derve divê bi lez were geş kirin’’

Serok Trump herwiha dabû zanîn ku di serdana 5 welat de ‘’ji xwe re gelek heval çêkirine’’ û bi taybetî bo serdana Serokwezîrê Fîlîpînê Rodrigo Duterte gotibû ku ‘’pir serkeftî’’ ye.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG