Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kir ku dibe ku ew leşkerên xwe yên ji Almanya vedikişînin bişînin Polonya.
Donald Trump piştî kombûna bi Serokomarê Polonya Andrezj Duda re preskonferanseke hevbeş li dar xist.
‘’Belkî jî em leşkerên li Almanya bişînin Polonya. Emê hejmara leşkerên xwe yên li Almanya daxin 25,000’î.’’ Trump got.
Trump da zanîn ku bo wan hevalbendîya li NATO girîng e û dîyar kir ku Almanya ji bi tenê 2 ji sedê diravên ku divê bide raber dike
Wî got ku 8 dewlet heqê xwe tam didin û Polonya yek ji wan e.
Li gor axaftina Trump, Polonya û Amerîka dê peymaneke berevanîyê îmza bikin û ew welat dê ji wan 32 firokên F-35 bistîne.
Andrezj Duda jî di axaftina xwe de dîyar kir ku wî ji Trump xwestiye ku leşkerên xwe ji Ewrupa venekişîne û lê ew dikarin pirtir leşkerên Amerîkî li welatê xwe bihewînin.
Duda zanîn ku li gor wî û Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg biryara vekişandina leşkerên Amerîka yên li Almanya şaş e.
Wî havîna borî jî gotibû ku ger li Polonya bingeheke Amerîkî ya mayînde çêbe ew dikarin pirtir ji 2 mîlyar dolar alîkarî bidin,
Duda herwiha dîyar kiribû ku ewê navê bingehê jî ‘’Fort Trump’’ deynin.