Serokê Amerîka Donald Trump êvara Duşemê li Bingeha Hevbeş ya Myer-Henderson Hall ya nêzî Washingtonê axaftinek li ser stratejîya nû ya li Afganistanê kir.
“Min pêdaçûnên berfireh li ser Afganistanê kiriye û ji hemî alîyan li rewşa wî welatî nihêrîye. Piştî gelek civînan di nav mehên borî de û piştî kombûna dawî ya ligel kabîneya wî li Camp David, wan stratrejîya nû temam kiriye.
Trump di destpêka axaftina xwe de hin peyamên hembêzkar da û got ku dema tenê endamekî civakê birîndar dibe, civak gîş birîndar dibe û dema beşeke Amerîka dêşe, tevahîya welêt dêşe.
“Dema tenê yek hemwelatî nerêwayî dibîne, em gîş neheqî dibînin. Dilsozîya welatê me hewce dike ku emji hevdû re jî dilsoz bin. Hezkirina ji Amerîka re, pêdivî dike ku hezkirina ji hemî gelê wê re hebe. Dema em di nav hev de ne di aştîyê de bin, em nikarin wek hêzeke aştîparêz bimînin.”