Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump bo Serkeftina di Referandumê de Erdogan Pîroz Kir


Serok Donald Trump, Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan jibo serkeftina wî ya di referandumê de pîroz kir.

Di axaftina bi rêka telefonê de, Trump jibo piştgirîya Erdogan ya seba êrîşên Amerîka yên ser Sûrîyê jî spasîya wî kir.

Qesra Sipî bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku her du serokan ser girîngîya gêrkirina Serokê Sûrîyê Beşar Esad li hev kiriye.

Di dewama daxuyanîyê de hat dîyar kirin ku Trump û Erdogan, ser têkoşîna dijî DAIŞ'ê jî axifîne û biryar dane ku ewê hevkarîyê bidomînin.

Li gor encamên nefermî, 51,4 ji sedê hilbijêran di referandumê de gotin "Erê" ku desthilata Erdogan xurttir kirin.

XS
SM
MD
LG