Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump û Erdogan Axifîn


Qesra Sipî bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku Serokê Amerîka Donald Trump û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan bi rêka telefonê axifîne.

Li gor daxuyanîya Qesra Sipî, Serok Trump û Erdogan ser bûyerên herêmî danûstandin kirine û derbarê girîngîya peywendîya di navbera Amerîka û Tirkîyê de axifîne.

Qesra Sipî da zanîn ku her du rêberan dîyar kiriye ku ewê bi hevkarîyê fikarên ku bandorê li peywendîyên dualî dikin, ji holê rakin.

Jêderên serokomarîya Tirkîyê jî bi heman gotinan daxuyanîyeke kin belav kir.

XS
SM
MD
LG