Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump û Erdogan Ser Sûrîyê Axifîn


Serokê Amerîka Donald Trump û Serokomarê Tirkîyê bi rêka telefonê ser Sûrîyê axifîn.

Jêderên Qesira Sipî ragihandin ku her du rêber derbarê fikarên ewlekarîyê yên li Sûrîyê û hin mijarên din yên dualî peyivîne.

Li gor jêderan Amerîkî û Tirk, her du rêberan di axaftina telefonê de li hev kir ku bo armancên xwe yên li Sûrîyê kordînasyonaê bidomînin.

Enqere dîyar dike ku ewê di nêz de dijî rojhilata Firatê dest bi operasyonekê bike, lê Washington bang li Enqerê dike ku ji ‘’gavên yekalî’’ dûr bisekine.

XS
SM
MD
LG