Serok Donald Trump û Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan bi rêka telefonê axifîn.
Qesira Sipî ragihand ku her du rêber derbarê peywendîyên dualî, Sûrîye û bazirganîyê axifîne.
Li gor daxuyanîya Qesira Sipî, Trump û Erdogan li hev kir ku ser çêkirina herêmeke ewle hevkarîyê bidomînin.
Karbidestên berevanîya Amerîka û Tirkîyê dê îro Înê li Washingtonê bicivin.