Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump û Erdogan Ser Sûrîyê Axifîn


Serokê Amerîka Donald Trump û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan bi rêka telefonê axifîn.

Li gor jêderên fermî yên Tirkîyê, Trump û Erdogan ser peywendîyên Washington û Ênqerê axifîn, derbarê rewşa dawî ya Sûrîyê danûstandin kirin.

Her du rêber herwiha ser Balyozê Amerîka yê li Eqnerê Davit Satterfield, ku nû dest bi kar kiriye, peyivîn.

Ser Sûrîyê, Trump û Erdogan li hev kirin ku rê li ber kêşeyên mirovî bigirin û hewil bidin ku sivîlên Îdlibê neyên kuştin.

XS
SM
MD
LG